Fetwayen Kurdi
Gelo bi taksîtan an jî bi deyn mirov dikare qurbanê ser jê bike?

Gelo bi taksîtan an jî bi deyn mirov dikare qurbanê ser jê bike?

Pirs: Em nû zewicî ne, bi qasî pênc meh çêbûn. Ji bo kirîna eşyayan me gelek deyn kir. Niha tevî ku ez û xanima xwe em her du jî dixebitin, bi meaşê xwe encax em dikarin bi qitûtî debara xwe bikin. Lê ji bo serjêkirina qurbanê pereyê me tuneye, gelo em dikarin bi taksîtan an jî bi deyn qurbanê bidin?

Bersiv: Ji bo ku mirov nêzî Xwedê bibe yanî bi armanca îbadetê, di wextên diyar de ji yên ku cinsê wan hatiye diyarkirin, heywanekê ser jê bike, ji vê yekê re qurban tê gotin. Qurban li gorî mezheba Henefî wacib e, li gorî mezhebên din jî sunet e. Herwiha ji kesên ku di nav heman malê de rûdinên kesek qurbanê ser jê bike bes e; ne hewce ye ku her yek ji wan qurbanê bide.

Li gorî mezheba Henefî ji bo ku li ser kesekî qurban wacib bibe, divê bi mîqdareke diyar mal û milkê wî hebe û heta astekê dewlemend be. Pîvana vê dewlemendîyê jî 85 gram zêr yan muqabilê vê, pere yan jî mal û milk e ku ev pîvan ji bo zekatê jî wisa ye. Yanê li ber destê kesekî ji xeynî deynên wî û hewcedariyên wî yên mecbûrî 85 gram zêr yan jî muqabilê vê, pere hebe wê çaxê divê qurbanê ser jê bike. Yê ku ne xwedî van îmkanan be, ne hewce ye ku qurbanê bide. Ji bo vê yekê ne hewce ye ku hûn xwe têxin tengasiyê.