Fetwayen Kurdi
Gelo qurban îbadeteke wisa ye ku divê bi tenê yên li Hecê bi cih bînin?

Gelo qurban îbadeteke wisa ye ku divê bi tenê yên li Hecê bi cih bînin?

Pirs: Gelo qurban îbadeteke wisa ye ku divê bi tenê yên li Hecê bi cih bînin? Hin kes dibêjin yên ku ne li Hecê ne, ne hewce ye qurbanê bidin. Ev rast e gelo?

Bersiv: Bi navê qurbana Hecê, qurbanek tuneye! Di tu mezhebê de nehatiye gotin, divê bi tenê yê ku heca xwe dike, qurbanê ser jê bike. Yekî/a ku li Mekkeyê rûnanê, heke beriya Hecê ‘umrê bike, divê bi tenê ew qurbanê ser jê bike. Heke qurbanê nede; li Mekkeyê sê rojan, di vegera xwe de jî heft rojan rojî digire. Ji xeynî vê bi navê qurbana Hecê tiştek tuneye. Ayeta li ser vê meseleyê wiha ye:

فَمَنْ تَمَتَّعَ بِالْعُمْرَةِ اِلَى الْحَجِّ فَمَا اسْتَيْسَرَ مِنَ الْهَدْىِ فَمَنْ لَمْ يَجِدْ فَصِيَامُ ثَلٰثَةِ أَيَّامٍ فِي الْحَجِّ وَسَبْعَةٍ اِذَا رَجَعْتُمْ تِلْكَ عَشَرَةٌ كَامِلَةٌ ذٰلِكَ لِمَنْ لَمْ يَكُنْ اَهْلُهُ حَاضِرِي الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ

“… Kesê ku heta rojên Hecê ji ‘umrê îstîfade kiriye, “hedy”eyekê (qurbaneke) ku jê re hêsan e, ser jê dike. Yê ku nikaribe peyda bike jî sê rojan li Hecê û heft rojan jî di vegera xwe de, bi tevahî deh rojan rojî digire. Ev ji bo wan kesan e ku malbata wan ne li dora Mizgefta Heramê ye…” (Beqere, 2/196)

Hecî, di Eyda Qurbanê de qurbanên xwe ser jê dikin. Li gorî ayeta 28an ji sûreya Hecê, hecî dê qurbanên xwe yên Eyda Qurbanê, li wê derê ser jê bikin. Fetwaya mezheba Henefî ku dibêje ji rêwîyan re qurban ne wacib e, him ne li gorî ayetê ye him jî ne li gorî sepandina Resûlê Xwedê ye.