Fetwayen Kurdi
Yên ku diçin Hecê çima qurbanên xwe li Mekkeyê ser jê dikin?

Yên ku diçin Hecê çima qurbanên xwe li Mekkeyê ser jê dikin?

Pirs: Yên ku diçin Hecê ma divê qurbanên xwe li Hecê ser jê bikin? Heke wisa be sebeba vê çi ye?

Bersiv: Wexta Xwedê Teala ji Îbrahîm aleyhisselam re ji bo îbadeta Hecê emir daye, wisa gotiye:

“Di nav însanan de îlana wê Hecê bike da ku bi peyatî û bi siwarî li ser pişta heywanên westiyayî, ji newalên kûr derbas bibin û werin cem te.

Bila werin da ku menfeeta xwe bibînin û di rojên diyarkirî de bila li ser heywanên en‘am (mêşin, bizin, dewar û hêştir) ku Xwedê ji wan re wek riziq daye, navê Xwedê bînin ziman. Ji wan him hûn bixwin him jî bidin feqîrên ku destê wan teng e.” (Hec 22/27-28)

Aha li gorî vê ayetê yên ku diçin Hecê, divê qurbanên xwe li Mekkeyê (li Mînayê) ser jê bikin ku di wextê normal de mala wan li ku be, divê li wir ser jê bikin. Helbet yên ku derfetên wan ên madî nîn bin, ji vê îbadetê mesûl nabin.