Fetwayen Kurdi
Gelo rêwî qurbanê didin?

Gelo rêwî qurbanê didin?

Pirs: Gelo rêwî qurbanê ser jê dikin?

Bersiv: Pêxemberê me (s.x.l.) û xanimên wî, di Heca Xatirxwestinê de rêwî bûn û wan nimêja xwe jî wek du rekat dikir. Li wê derê di Eyda Qurbanê de serjêkirina wan a qurbanê, nîşan dide ku rêwîtî mesûliyeta serjêkirina qurbanê raneke.

Qurbanên ku Pêxemberê me di Heca Xatirwestinê de ser jê kirin, qurbanên Eyda Qurbanê bûn. Jixwe Xwedê Teala dibêje bila hecî qurbanên xwe yên Eyda Qurbanê li wê derê ser jê bikin.

لِيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ وَيَذْكُرُوا اسْمَ اللّٰهِ فيۤ اَيَّامٍ مَعْلُومَاتٍ عَلٰى مَا رَزَقَهُمْ مِنْ بَهيمَةِ الْاَنْعَامِ فَكُلُوا مِنْهَا وَاَطْعِمُوا الْبَاۤئِسَ الْفَقيرَ

“Bila (însan) werin (Hecê) da ku menfeeta xwe bibînin û di rojên diyarkirî de bila li ser heywanên en‘am( mêşin, bizin, dewar û hêştir) ku Xwedê ji wan re wek riziq daye, navê Xwedê bînin ziman. Ji wan him hûn bixwin him jî bidin feqîrên ku destê wan teng e.” (Hec 22/27-28)