Fetwayen Kurdi
Ma li ser navê malbatê bi tenê qurbanek bê dayîn çêdibe gelo?

Ma li ser navê malbatê bi tenê qurbanek bê dayîn çêdibe gelo?

Pirs: Ev şeş meh in zewicî me, zilamê min di fîrmayekê de dixebite, halê wî têrê dike ku qurbanê bide û dê bide, 120 gram zêrên min ên şexsî hene, di vê rewşê de gelo ez jî mecbûr im ku qurbanê ser jê bikim?

Bersiv: Li gorî mezheba Henefî ku qurbanê wek “wacib” dihesibîne, divê her ferdekî ku bi mîqdara nîsabê xwedî mal û milk e, wek şexsî qurbanê ser jê bike. Dema ji malbatê kesek qurbanê ser jê bike ev nayê wê maneyê ku mesûliyeta li ser kesên din radibe. Lê gelek alimên din ku di serî de Şafiî, Malikî û Hanbelî tên, tevî ku hin ferqên biçûk di navbera wan de hene, qurbanê wek “sunet” qebûl dikin. Li gorî wan, kesên di nav heman malê de, dikarin bi tenê heywanekê jî ser jê bikin ku ev heywan dikare mêşin, bizin û hwd. be. Bi vî awayî hemû nefsên malbatê, dê ji wê xêrê behra xwe bigirin. (Ali Bardakoğlu, “Qurban (Di îslamê de Qurban)”, Ansîklopedîya Îslamê ya Dîyanetê, Enqere, 2002, c: 26, r :437)

Di sûreyê Hecê ayeta 34an de hatiye diyarkirin ku qurban ne wek îbadetên din bi rengê şexsî ye, divê her “umet/kom” qurbanê ser jê bike. Her wiha Resûlê Xwedê, hin caran him li ser navê nefsên malbata xwe him jî li ser navê umeta xwe bi tenê qurbanek ser jê kiriye. Bi vî awayî xuya dibe ku fikra duyem ku ya piraniya alim û mezheban e, maqûltir e.

Resûlê Xwedê gotiye “Gelî mirovan! Divê her sal xelkê malê, qurbanekê ser jê bike” (Ebû Dawûd, Dahaya, 1; Tirmizî, Edahî, 19; Îbn Mace, Edahî, 2) û bi vî awayî qurbanê, bi xelkê malê re (bi malbatê re) têkildar kiriye. Her wiha Cenabê Pêxember (s.x.l.) salekê di Eyda Qurbanê de, wek qurban bi tenê beranek ser jê kiriye û wiha dua kiriye: “Bismilah… Xwedawo! Vê ji Muhemmed, ji xelkê malbata wî û ji umeta Muhemmed qebûl bike” (Muslim, Edahî, 19 [1967]). Herwiha di hin çavkaniyan de jî hatiye gotin, wî du beranên qelew û biqiloç wek qurban ser jê kirine ku yek li ser navê xwe û efradên malbata xwe ya din jî li ser navê kesên ji umeta xwe ku qurban nedane -nikarin bidin- ser jê kiriye.

Her wiha divê em li vir cih bidin gotineke Xalid b. Zeydê bi navê xwe yê din Ebû Eyûb el-Ensarî ku yek ji sehabeyan e. Yek ji faqih û muhedisên girîng ên serdama tabîûnan Ata b. Yesar (k.d. 103/721), derbarê hejmara qurbanên ku di heyama Resûlê Xwedê de dihatin serjêkirin, pirsek ji Ebû Eyûb el-Ensarî kiriye û wî jî wiha bersiv daye:

“(Di çaxê Resûlê Xwedê de) kesekî ji bo xwe û zar û zêçên xwe bi tenê qurbanek dida. Ji goştê wê him wan dixwar him jî didan kesên din. Lêbelê (piştî wê heyamê) xelkê (bi serjêkirina gelek qurbanan) şanazî kir û rewş bû wek halê niha aha ku tu dibînî!” (Tirmizî, Edahî, 10; Îbn Mace, Edahî, 10; Muwetta, Dahaya, 4)

Bi agahiyên ku heta niha hatine dayîn diyar bû ku li ser navê kesên ku ji heman qezencê debara xwe dikin û di heman malê de ne, dikare bi tenê qurbanek bê serjêkirin û di vê mijarê de tu guman nîne. Herwiha dema mirov piraniya riwayetên li ser vê meseleyê li ber çavan bigire, sehabeyên kiram jî di dema Hz. Pêxember de îbadeta qurbanê bi vî awayî bi cih aniye û Resûlê Ekrem jî (s.x.l.) tevî ku haya wî ji vê sepandinê hebûye helwesteke neyênî nîşan nedaye. Li ser meseleya gelo heywaneke biçûk (yên wek mêşin, bizin û hwd.) dikare li ser navê çend kesan wek qurban  bê serjêkirin, di navbera alimên fiqhê de îxtilaf heye. Lê riwayetên li ser wê yekê zelal û teqez in ku li ser navê kesên di heman malê de, heywaneke biçûk (yên wek mêşin, bizin û hwd.) dikare wek qurban bê serjêkirin.

Wek encam mirov dikare bibêje kesên ji malbatekê ku di heman malê de rûdinên, yên ku halê wan ê madî xweş e ne hewce ye her yek ji wan wek cuda cuda qurbanekê bide. Tu mehzûr nîne ku hemû bicivin û li ser navê malbatê bi tenê qurbanekê (mêşin, bizin û hwd.) ser jê bikin. Sermiyanê malê, dikare wek Hz. Muhemmed bi tena serê xwe jî heqê qurbanê bide. An jî nefsên malê dikarin bi şîrikatî heywaneke biçûk (mêşin, bizin û hwd.) ser jê bikin an jî bibin şirîkê behreke heywaneke mezin. Lêbelê tevî vê yekê, nefsên malbatê yên ku qurban li wan dikeve, dikarin her yek ji wan wek şexsî qurbanê bide.

ÇAVKANÎ: Yahya Şenol, “Kurbanla Gönülleri Hoş Tutmak”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Cotmeh-Qanûna Pêşîn 2014, Hejmar: 7, r. 58-62