Fetwayen Kurdi
Hûd dikarin rave bikin ku Qur’an çawa dibe zikir?

Hûd dikarin rave bikin ku Qur’an çawa dibe zikir?

Pirs: Ez dixwazim di der barê ku Qur’an zikir e de pirsekê bikim. Eger em bêjeya zikrê di wateya “bibîranîn”ê de esas bigrin, ma wê gavê Qur’an bi xwe ne armanc, ji bo bibîranîna hin tiştên din wesîle ye? Bi vegotineke din ma “zikir” bi xwe tiştekî biqîmet e, an jî ji ber tiştê ku bibîr dixe biqîmet e? 

Bersiv: Zikir, agahiya ku di hiş de tê bicihkirin û ji bo bikaranînê hazir e. Ji bilêvkirina û hizirîna li ser wê agahiyê re jî zikir tê gotin. (Bnr: Raxib el-Isfehanî, Mufredat, maddeya” ذ كر”)

Agahiyabingehîn ya ku divê mirov wê di hişê xwe de bicih dike, agahiya ku di kitêba Xwedê Teala de ye. Ji ber vê yekê navê “Zikir”, li temamê kitêbên îlahî hatiye kirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

أَلَا بِذِكْرِ اللَّهِ تَطْمَئِنُّ الْقُلُوبُ

Agahdar bin, dil bes bi zikr û bîranîna Xwedê rihet û aram dibin.” (Re‘d, 13/28)

Ev, ayetên Xwedê yên ku hinartine. Li aliyê din kitêba ku Xwedê Teala ew afirandiye, ango alema heyînan heye. Her yek ji tiştên ku çavdêriya wan tê kirin jî ayet in. Xwedê Teala wiha ferman dike:

سَنُرِيهِمْ آَيَاتِنَا فِي الْآَفَاقِ وَفِي أَنْفُسِهِمْ حَتَّى يَتَبَيَّنَ لَهُمْ أَنَّهُ الْحَقُّ

Teqez Em ê delîlên xwe hem di asoyan de hem d di nefsa wan bi xwe de nîşanî wan bidin. Di encamê dê ji wan re tam aşkere bibe ku ev (Qur’an) heq û rast e.” (Fussilet, 41/53)

Agahiyên ku ji alema heyînan tê bidestxistin jî zikr e. Di navbera wan agahiyan û kitêba Xwedê Teala de ahengsazî heye.

Pêxemberan banga însanan bi bal tezekkurê ve kirine. Tezekkur jî ku mirov agahiya di hişê însên de ye bibîr bixe. Jixwe erka pêxemberan tezkîr, ango bibîrxistin e (Bnr: Xaşiye, 88/21). Hz. Îbrahîm ji kesên ku ji pûtan re perestî dikin re digot: “Ma hûn tezekkur nakin?” (En‘am, 6/80). Vê gotina wî di vê wateyê de ye: “Eger hûn gotinên min û agahiyên ku hûn ji derdoran xwe bidest bixin, bidin ber hev, hûn ê şaşiya xwe bibînin.” Ev bang li wan hatiye kirin da ku ew bi xwe muhasebeya nefsa bikin.

Ji ber vê yekê zikir, di wateya “agahiya rastîn ya ku wesfê wê yê gerdûnî heye” de ye. Jixwe kitêba Xwedê Teala jî xwediyê vî wesfî ye.