Fetwayen Kurdi
Rewşa mislimanê ku mafê yekî xeyrimislim xwaribe dê çawa be?

Rewşa mislimanê ku mafê yekî xeyrimislim xwaribe dê çawa be?

Pirs: Ez dixwazim di derbarê mafê kesên xeyrimislim de bipirsim. Di demên ku hîn haya min ji dînê min tune bû, min heqê îbadan xwar. Piştî ku Xwedê Teala ez anîm ser rêya rast, min dînê xwe nas kir. Lê belê dibêjin ku “mafê kesê kafir lê nayê vegerandin û ew ê îmana te ji te bistîne” Ev çawa çêdibe seyda? Eger ez li ser îmanê bimirim, ma yê kafir jî bi sedem ku mafê wî li ser min heye dê îmana min ji min bistîne û têkeve bihiştê û ez ê jî ebedî di dojehê de bimînim? Hûn dikarin vê yekê ji min re rave bikin?

Bersiv: Di serî de pêwîst e em bibêjin, ji ber ku hemî “bendeyên” Xweda ne, ji aliyê mafan ve di navbera kesên misilman û yên xeyrimislim de tu ferq û cudahitî tune ye. Mirovê misilman çawa riayeta maf û huqûqa birayên xwe yên misilman dike, her wiha divê li maf û huqûqa yên xeyrimislim jî miqate be û zêde hişyar be da ku heqê wan bin pê neke.

Eger em werin ser bersiva pirsa we: Kesên kafir bi tu awayî nakevin cenetê. Lê belê eger mafê yekî wiha li ser we hebe û li dinyayê we di nav xwe de li hev helal nekiribe, li axretê dê heqê xwe ji we bistîne. Ev tişt, wî ji dojehê dernaxe, lê li gorî rewşa heqê wî dibe ku we têxe cehenemê. Encax gotina ew ê “îmana” we ji we bistîne ne rast e. Ji vê bonê hûn ê bi awayê ebedî di dojehê de nemînin.