Fetwayen Kurdi
Kesên xeyrimislim, çima nikarin têkevin Mekkeyê?

Kesên xeyrimislim, çima nikarin têkevin Mekkeyê?

Pirs: Sedemê ku kesên xeyrimislim nikarin têkevin cihên pîroz ên mîna Mekke û Medîneyê çi ye? Meriv însanên bi sedem ku ne misilman in ji war û cihê ku bi navê Mala Xwedê tê wesifandin dûr bixe, gelo rast e? Ma di Qur’ana Pîroz de li ser vê yekê tu ferman heye?

Bersiv: Xwedê Teala sirf li muşrikên ku li Pêxemberê me û li muslumanan zordarî kiribûn da ku ji Mekkeyê derkevin, ketina Mekkeyê qedexe kiriye. Lê, ji ber ku ayet ji pêwendiyên wan hatine birîn, hin encamên gelek şaş derketine holê. Yek ji wan şaşiyên han jî angaşta ku kesên xeyrimislim nikarin têkevin Mekke û Medîneyê.

Ayeta ku çûna kesê xeyrimislim li bal Mekkeyê qedexe dike ev e:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُواْ إِنَّمَا الْمُشْرِكُونَ نَجَسٌ فَلاَ يَقْرَبُواْ الْمَسْجِدَ الْحَرَامَ بَعْدَ عَامِهِمْ هَـذَا وَإِنْ خِفْتُمْ عَيْلَةً فَسَوْفَ يُغْنِيكُمُ اللّهُ مِن فَضْلِهِ إِن شَاء إِنَّ اللّهَ عَلِيمٌ حَكِيمٌ

Gelî bawermendan! Bêguman ew muşrik, pîs in; vêca piştî vê salê (sala nehê hicretê) bila nêzî Mizgefta Heramê nebin. Eger hûn ji xizaniyê bitirsin, vêca eger Xwedê ferman bike ji kerema xwe dê we dewlemend bike. Bêguman Xwedê ʿElîm e, Hekîm e.[1]

Gotina “ew muşrik= الْمُشْرِكُونَ” ya di ayetê de derbas dibe, ew muşrikên ku di serê sûreyê Tewbe de behsa wan hatiye kirin. Tê xwestin ku cezayekî hemtayê sûcê ku kirine ji wan re bê dayin. Ayeteke têkildar wiha ye:

 وَأَخْرِجُوهُم مِّنْ حَيْثُ أَخْرَجُوكُمْ

 “Ji cihê ku hûn jê derxistine, hûn jî wan derxin.”[2]

Di heyama ku muşrikan zor didan Pêxemberê me da ku ji Mekkeyê veder bibe, ew wiha hatibûn hişyarkirin:

وَإِن كَادُواْ لَيَسْتَفِزُّونَكَ مِنَ الأَرْضِ لِيُخْرِجوكَ مِنْهَا وَإِذًا لاَّ يَلْبَثُونَ خِلافَكَ إِلاَّ قَلِيلاً سُنَّةَ مَن قَدْ أَرْسَلْنَا قَبْلَكَ مِن رُّسُلِنَا وَلاَ تَجِدُ لِسُنَّتِنَا تَحْوِيلاً

Da ku te ji vî welatî (Mekkeyê) derxin, nêzîk bû ku ew te ji cihê te bikin. Eger te derxin, piştî te, ew jî dê li wir pir nemînin. Ji bo pêxemberên Me yên ku beriya te Me ew şandin, rêç û adetê Me, ev bû. Di rêç û adetê Me de tu yê tu guherînekê nebînî.”[3]

Piştî fetha Mekkeyê, heta 15 mehan kesî dest neda muşrikên ku peymana bi muslumanan re girêdabûn şikandin. Lê piştre hat îlankirin ku ji bo ji Mekkeyê derkevin 4 meh demeke zêdeyî ji wan re hatiye dayin. Eger dernekevin li ku bên dîtin dê bên kuştin. Ayeta têkildar wiha ye:

Ev ji aliyê Xwedê û Qasidê Wî ve bêrîbûneke ji bo wan muşrikên ku we bi wan re peyman daniye. Çar mehên din jî di vî welatî de bigerin. Agahdar bin, bêguman hûn nikarin Xwedê neçar bihêlin. (Lê) Xwedê kafiran riswa dike.

Ev agahdariyek e ji Xwedê û Qasidê Wî, di vê cejna mezin (cejna heciyan) de bi bal tevekî xelkê ve ku Xwedê û Qasidê Wî ji muşrikan bêrî ne. (Gelî muşrikan) Eger hûn tobe bikin vêca ew ji we re çêtir e. (Na) eger hûn berê xwe vegerînin, bizanin ku hûn ê Xwedê bêçare nehêlin. (Resûlê min!) Mizgîniya ezabekî dijwar bide wan ên ku kafir bûne!

(Ev agahdarî) Ji bilî wan muşrikên ku we bi wan re peyman daniye, paşê ji peymana xwe tiştek kêm nekirine û li hemberî we di ser tu kesî re nehatine, vêca peymana wan, heta wextê diyarkirî biparêzin. Bêguman Xwedê ji yên teqwadar hez dike. Vêca dema (çar) mehên birûmet[4] derbas bûn, êdî li ku derê hûn rastî wan muşrikan[5] bên, wan bikujin. Wan bigirin, wan dorpêç bikin û li hemû zêrevangehan li wan çavdêrîyê bikin. Vêca eger wan tobe kir, bi rengê pêdivî nimêj kirin û zekata malê xwe dan, êdî rêya wan vekin. Bêguman Xwedê gunehveşêr e, dilovîn e. Eger yekî ji muşrikan xwe avête bextê te, ewlehiyê bidê, da ku gotina Xwedê bibihîze, piştre wî bigihîne ewlegeha wî. Wiha bike; lewra ew miletekî nezan in.”[6]

Ji bo muşrikên ku peymana xwe neşikandine, tu qedexeyeke wiha nehatiye danîn. Lê yên ku peymana xwe şikandine ji bo demekê be jî dîsa nikarin têkevin Mekkeyê. Ev tişt, xuya ye ku dê li aboriya Mekkeyê bandorê bike. Evê ayeta han jî balê dikişîne ser vê yekê:

Gelî bawermendan! Bêguman ew muşrik, pîs in; vêca piştî vê salê (sala nehê hicretê) bila nêzî Mizgefta Heramê nebin. Eger hûn ji xizaniyê bitirsin, vêca eger Xwedê ferman bike ji kerema xwe dê we dewlemend bike. Bêguman Xwedê ʿElîm e, Hekîm e.[7]

Mîna ku tê dîtin qedexeya çûna Mekkeyê, bi yên ku Pêxemberê me û misilman ji Mekkeyê derxistine û piştre peymana ku dane şikandine re têkildar e. Lê, ayet di dîrokê de ji cih û pêwendiyên xwe hatine birîn û ayet di têkilatiyên muslumanan bi xeyrimisliman re di her qadê de li zemîneke şaş hatine bicihkirin. Mîna Îmam Malik dibêje ku çi Mescidu’l-Heram dibe çi jî mizgeftên din, kesê xeyrimislim qedexeye ku biçe wan. Li gorî Îmam Şafiî jî kesê xeyrimislim bi taybetî jî ji Mescidu’l-Heramê tê menkirin. Ji vê bonê eger serokê dewleta Îslamê li Mekkeyê be û qasidek ji muşrikan bê, divê ku li derveyî herêma Heramê bê pêşwazîkirin û qebûlkirin. Lê belê li gorî Îmam Ebû Henîfe, xeyrimislim, li Mekkeyê ji kirina hec û ‘umreyê hatine qedexekirin. Gotina “Bila nêzî Mizgefta Heramê nebin.” Bi mena bila “Hec û ‘umreyê mekin.” Ango hatine qedexekirin ku têkevin hundirê Heramê, Mekkeyê, ‘Erefeyê, Muzdelîfe û hwd. û di hecê de bi muslumanan re menasikên hecê bikin. Ji ber vê yêkê destûra wan bo çûna mizgeftên din û tiştên ku eleqeya wan bi hecê re tune ye, tê dayin.[8]

Di têkilatiya muslumanan bi xeyrimisliman re ayeta bingehîn ev e:

“Xwedê, qencî û edaleta bi wan ên ku ji bo dîn şerê we nakin û we ji welatê we dernaxin, li we qedexe nake. Xwedê ji edaletkeran hez dike. Xwedê li we qedexe dike ku hûn wan ên ji bo dîn şerê we kirin û hûn ji cih û warê we der xistin û ji bo deranîna we arîkarî kirin, ku hûn ji xwe re bikin dost û arîkar. Kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ha ew in ên stemkar.[9]

Li gorî ayetên Qur’ana Pîroz, di têkilatiya misilmanan bi xeyrimisliman re sê xetên sor hene:

Bi sedemî dînê me ku bi me şer bikin,

Ku me ji welatê me derînin,

Arîkariya wan kesên ku me ji welatê me derdixin, bikin.

Di derbarê têkilatiya bi xeyrimisliman re hûn dikarin li navnîşanên jêr jî binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/gayrimuslimlerin-mekkeye-girmesi-kesin-olarak-yasak-midir.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/tevbe-suresinin-29-ayetine-gore-ehl-i-kitapla-savasmamiz-mi-gerekiyor.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/musluman-olmayanlarla-iliskiler.html



[1] Tewbe, 9/28.

[2] Beqere, 2/191.

[3] Îsra, 17/76-77.

[4] Daxuyaniya jor, di meha Zihiccê ya duyem ji mehên heram, hatiye kirin. Di vir de mebest ji (mehên heram) ne ev mehên tu tên zanîn, belbî çar mehên ku di ayeta duyem de derbar dibe. Sedemê ku navê heram li hatiye danîn, ji ber ku di wan mehan de kes nikare dest bide wan muxeteban.

[5] Muşrikên ku peymana xwe şikandine.

[6] Tewbe, 9/1-6.

[7] Tewbe, 9/28.

[8] Bnh. Elmalılı Muhammed Hamdi Yazır, Hak Dini Kur’an Dili, tefsîra ayeta 28’an ji sûreyê Tewbe.

[9] Mumtehîne, 60/8-9.