Fetwayen Kurdi
Ma sedeqeya fitrê divê ku ji cinsê xwarinan bê dayin?

Ma sedeqeya fitrê divê ku ji cinsê xwarinan bê dayin?

Pirs: Di serdema Qasidê Xwedê Teala de digel ku di wê demê de dirav jî hebûne sedeqeya fitrê; ji ceh, genim xurme û hwd. ji cureyê xwarinan dihate dayin. Gelo Pêxemberê me (s.a.w) çima negotiye ku “bedêla van xwarinan jî tê dayin.” Tiştê ku dixwazim bipirsim, gelo di roja me de jî divê meriv sedeqeya fitreyê ji cureyê xwarinan bide? Eger em bedêla wê bi diravî bidin dibe?

Bersiv: Di mijara sedeqeya fitreyê de di ayeta 184’an ji sûreyê Beqere “têrkirina miskînekî (jarekî)” derbas dibe. Mîna ku meriv dikare bi dayina xwarinê -têrkirina jarekî- erka xwe bîne cih, her wiha meriv bi dayina bedêla wê jî -da ku kesê jar ji xwe re xwarinê bidest bixe-, erka xwe bîne cih.

Di hedîsên Cenabê Pêxember de (s.a.w) pîvana sedeqeya fitrê, sa‘ek (pîvanek ku di dewra Pêxember de dihate bikaranîn û nêzî 3 kîloyan e) ji genim, ceh, mewîj/tirî û xurmeyan hatiye diyarkirin. Diyarkirina sedeqeya fitreyê bi van celeban, ji ber şert û mercên aborî û bi sedem xwedîbûna civakê ya wê demê bûye. Li gorî vê, her kesê misilman ji xwarinên ku li derdora wî pir tên xwarin, dikare sedeqeya xwe ya fitreyê bide.

http://www.suleymaniyevakfi.org/ramazan/fitir-sadakasi-fitre.html