Fetwayen Kurdi
Ma fitre bi rêya wekaletê tê dayin?

Ma fitre bi rêya wekaletê tê dayin?

Pirs: Em difikirin ku fitreya xwe bidin feqîrên welatê xwe. Lê belê, herî zû roja yekem ji cejnê em dikarin biçin welêt. Eger li welêt wekîlek ji dêla me fitreya  me bide û em jî roja cejnê pereyê wî bidinê, gelo durist e? An jî em dikarin roja cejnê fitreya  xwe bidin? Kîjan ji wan çêtir e?

Bersiv: Fitre, herî dereng divê heta dema limêja cejnê bê dayin. Herçiqas hedîsên di vî warî de îfade bikin ku baş e di roja yekem ji cejnê di navbera limêja sibehê û limêja cejnê bê dayin, ji ber ku zûdayin di lehê muhtac û neçaran de ye fuqehayan/zanyaran gotina ku beriya cejnê bi çend rojan jî tê dayin.

Lê belê, hûn dikarin fitreya  xwe bi rêya wekaletê bidin. Li gorî vê, kesê ku bûye wekîlê we, di dema wê de ji dêla we dê fitreya  we bide feqîran, piştre hûn ê jî bidin wî.