Fetwayen Kurdi
Gelo şikandina çekan, caiz e?

Gelo şikandina çekan, caiz e?

Pirs: Hevalekî min bi deyn mal difiroşe û di bedêla mal de çekên piştî du-sê mehan digire. Piştre wan çekan dişikîne yanî ji bo her mehekê ji sedî şeş bi kêmasî dike neqît. Gelo karekî wiha, caiz an na?

Bersiv: Di “çekên bi wade” de beriya ku zemanê wê were û mirov di hemberî rêjeyeke xuyakirî ji pereyan, bişikîne û bike neqît, ev dibe muameleyek ribewî yanî dibe “faîz”. Çawa ku îro tu 90 lîreyî bistînî, piştî mehekê tu 100’î bidî, dibe faîz, ev jî her wiha faîz e.