Fetwayen Kurdi
Hukmê kirîn û firotina pisîk û kûçikan çi ye?

Hukmê kirîn û firotina pisîk û kûçikan çi ye?

Pirs: Gelo firotina pisîk û kûçikan, caiz e yan na?

Bersiv: Di derbarê caizbûna kirîn û firotina pisîkan de her çar mezheban jî nerînên erênî ragihandine. Lê belê hin hedîsên ku kirîn û firotina kûçikan qedexe dikin, hene.[1] Ji ber wan qedexeyên ku di hedîsan de derbas dibin, mezhebê Şafiî û Henbelî, firotina kûçikan caiz nabînin.

Di mezhebê Malikî de ji ber hedîseke ku di Nesaî de derbas dibe[2] firotina kûçikên nêçîrê û yên ji bo notirvaniyê ne, caiz dibînin. “Kûçikên ku di roja me de ji bo şopîn û rêçgerandina li dû sûcdaran û yên ji bo tesbîta bûjenên tiryakî û narkotîkê û hwd., tên bikaranîn, dikeve bin vê beşê.”[3]

Di mezhebê Henefî de kûçik wekî malekî helal tê jimartin. Kirîn û firotina wî jî rast û durist e. Hedîsa ku firotina wî qedexe dike, di serê Îslamê de bûye û dibêjin dûvre ew hukmê han jî rabûye yanî nesix bûye. Ji ber wî hawî firotina hemî cureyên kûçikan, caiz dibînin.[4]



[1] Buxarî, Buyû‘, 113; Muslim, Musaqat, 39 (1567).

[2] Nesaî, Buyû‘, 91.

[3] Hüsameddin Affane, Fıkhî ve Ahlâkî Yönleriyle İslam’da Ticaret, wergêr: Servet Bayındır, Weşanên Polen, Stenbol 2007, rp. 168.

[4] Kasanî, Bedaiu’, V, 143.