Fetwayen Kurdi
Gelo tehwîlên dewletê û bonoyên xezîneyê heram in?

Gelo tehwîlên dewletê û bonoyên xezîneyê heram in?

Pirs: Ez xwekendekarê zanîngehê me û di derbarê bank û meseleyên faîzê de aqlê min pir tevlihev bûye. Mesela: Îstifadekirina ji fona “b” ya ku bi mebesta karkirinê ji bankê 24 seetan tê kirîn û firotin an jî îstifadekirina ji tehwîlê dewletê û bonoyên xezîneyê yên di hin seetên kifşkirî de tên kirîn û firotin, heram e yan na? Di vê meseleyê de min pir lêkolîn kir, lê belê li gorî şert û mercên me yên îroyîn min encameke net nedît. Lewra min di navbera vê û saziyên fînansê de yên ku bê faîz dixebitin tu ferqeke xuya, nedît. Eger hûn bibêjin çima, lewra saziyên fînansê jî di bin navê krêdiyê de û bi nisbetên cuda ferqê lê bar dikin û bi deyn didin muşteriyên xwe. Di vê mijarê de eger hûn min agahdar bikin, ez ê dilşad bibim.

Bersiv: Tehwîlên dewletê û bonoyên xezîneyê, senedên faîzê yên bi deyn in. Dahatuya ku ji van tê bidesxistin jî faîz e. Saziyên finansê li gorî rê û rêbazên xwe dixebitin, ango eger krêdiyê nedin û bi rêya ticaretê kar û qezencê bidest bixin. Lê belê eger serî li rêya ji deyn kar û qezencê bidest bixin, bidin, wê demê tu ferqa wan ji bankên ku bi faîz dixebitin namîne.