Fetwayen Kurdi
Ma gunehê kesê faîzê dide û yê distîne, mîna hev e?

Ma gunehê kesê faîzê dide û yê distîne, mîna hev e?

Pirs: Em dizanin di rişwet û bertîldayinê de hem ji bo yê dide hem jî ji bo yê distîne ceza heye. Gelo di mijara faîzê de jî ev taybetî heye? Ango “xwarina” faîzê heram e, lê belê dema meriv krêdiyê bi faîz bikişîne û bi hinan “bide xwarin” dîsa dibe heram?

Bersiv: Ji aliyê berpirsyariyê ve kesê faîzê dide û yê distîne wekî hev in. Lewra Xwedê Teala ne bi tenê faîza ku ji deyn tê bidesxistin, di heman demê de bazarên bi faîz bi xwe jî qedexe kirine.

Riwayeteke ku Ebû Zubeyr bi rêya Cabir ji Pêxember (s.a.w) radigihîne wiha ye:

“Qasidê Xwedê (s.a.w), li yên riba/faîzê dixwin, ên didin xwarin, ên ku (peymana wê) dinivîsin û yên ku dibin şahid lanet aniye û gotiye “Ew (di vê de) wekhev in.”[1]

Ji bo riwayetên cuda -çi ji aliyê lefz çi jî ji aliyê menayê ve- yên bi vê mijarê re têkildar in, ji kerema xwe binihêrin.[2]

Faîz, ji gunehên mezin e, Xwedê Teala emrê me dike ku em xwe ji gunehên mezin dûr bigirin û wiha ferman dike:

Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.”[3]

Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her ên Xwedê ne. Ev, da ku (Xwedê) yên nebaşî kirine wan celat bike û yên ku başî jî kirine bi ya herî rind xelat bike. Ew ên ku xwe ji gunehên mezin û (cureyên) fehşîtiyan dûr digirin; gunehên din ne tê de. Birastî lêborîna Xwedayê te berfireh e.”[4]

Em tewsiye dikin ku hûn bersiva me ya bi awayê vîdeoyê ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/faizle-borclanmak-faiz-yemek-gibi-buyuk-gunah-midir.html



[1] Muslim, Musaqat, 19 (106/1598).

[2] Muslim, Musaqat, 19 (105/1597); Nesaî, Zîne, 25; Ehmed kurê Henbel, Musned, I, 430.

[3] Nîsa, 4/31.

[4] Necm, 53/31-32.