Fetwayen Kurdi
Ma di faîzê de bi tenê rêjeya zêde û bilind heram e?

Ma di faîzê de bi tenê rêjeya zêde û bilind heram e?

Pirs: Ji aliyê faîzê ve, ez dixwazim ferqa di navbera deynê ku ji bankê û deynê ku ji şirketekê tê stendin, hîn bibim. Faîz li gorî ku ez fêhm dikim, zêdeyiya bi pirî ya di deyn de ye. Li gorî deyn, dema rêjeyeke kêm bê stendin, ev maqûl tê qebûlkirin. Gelo Qur’ana Pîroz, piştgiriyê dide nerîneke wiha?

Bersiv: Li gorî Qur’ana Pîroz, hemî deynên ku bi mebesta bidesxistina karê tên dayin, faîz e; kara ku tê bidesxistin, rêjeya wê çi hindik çi jî pir çawa dibe bila bibe, faîz e.

Di ayeta 275’an de ji sûreyê Beqere qedexebûn û heramiya faîzê; di ayeta 278’an de pêdiviya ku divê meblaxê bi faîzî hatiye diyarkirin çi hindik çi jî pir, ji deyndar neyê girtin ango jê nayê stendin; di ayeta 279’an de jî hatiye vegotin ku xwediyê deyn encax sermiyanê xwe dikare ji deyndar bistîne û stendina tiştê zêde/mayî jî dikeve faîzê.

Ji ber vê yêkê di Qur’ana Pîroz de tu delîleke ku piştgiriya nerîna sirf faîza bi rêjeyeke zêde qedexe ye, bike tune ye. Belbî hemî celebên faîzê hatine qedexekirin û heram in.

Prof. Dr. Servet Bayındır