Fetwayen Kurdi
Gelo hedîseke bi awayê “Şeva gerdekê divê zava lingên bûkê bişû” heye?

Gelo hedîseke bi awayê “Şeva gerdekê divê zava lingên bûkê bişû” heye?

Pirs: Gelo ev hedîs, sehîh e? Qasidê Xwedê (s.a.w), dema Hezretî ‘Elî û Fatîme dizewicîne, wiha gotiye: “Ey’Elî! Wexta ku te bûk bir mala xwe, gorên wê ji piyên wê derxe. Piyê wê bişû û wê avê li çar goşeyên malê bireşîne. Ku mirov wiha bike, Xwedê Teala heftê cur feqîrî ji wê malê dûr dike. Heftê cur xêr û bereket dixe wê malê. Heftê rehmî li te dibarîne. Xêr û bereketa bûk û zavê digihîje hemî goşeyên malê. Û ew bûka hanê ji dînîtî û nexweşiyên din ewle dibe.”

Bersiv: Ev gotina ku di nava gel de wekî “hedîsê” tê zanîn û di înternetê di malperên ji bo zewacê de bi piranî derdikeve pêşberî meriv, ne hedîs e; belbî “mewdû’e”. Yanî gotineke derewîn e. Di kitêbên ku hedîsên “mewdû” berhev dikin de derbarê Ebdullah kurê Wehb ê ku di seneda vê riwayetê de derbas dibe, wiha tê gotin; “Li ser navê însanên emîn û ewledar derewan dike decal/derewînekî derê hanê ye,” û “heta ji bilî armanca cerhkirinê (aşkerekirina rewşa wî) derbasbûna navê vî kesî di kitêban de ne caiz e.”[1]



[1] Bnh. Îbnu’l-Cewzî, Kîtabu’l-Mewdû‘at, III, 62, jimara hedîsê: 1273; Zehebî, Mîzanu’l-I’tidal, II, 523, jimara hedîsê: 4678; Şewkanî, el-Fewaîdu’l-Mecmûa, rp. 126, jimara hedîsê: 26-353.