Fetwayen Kurdi
Gelo zanyar çima hebûna cinan qebûl nakin?

Gelo zanyar çima hebûna cinan qebûl nakin?

Pirs: Zanistiyên dinî û yên modern (mîna bijîjk) li dijî hev xuya dikin. Ji ber baweriya xwe em bi cinan îmanê tênin. Dibe ku neqebûlkirina hebûna cinan, wekî bertekî li hember fikir û ramanên serdama çaxa navîn be? Lewra em dinazin ku di vê serdemê de bi hinceta ku cin ketiye nava wan, hin kes bi saxîtî hatine şewitandin an jî îşkence li wan hatiye kirin. Pêşketinên ku paşê li rojava rû dan, di mesaba berteke ku li hember fikir û ramanên bêvac û nehevgirtî yên di civata filehan de bûn. Ji vê bonê zanist ji xwe re kirine xweda. Zanyarên ku li welatê me înkara cinan dikin, hûn dikarin çawa rave bikin? Ew jî di paralela yên beriya xwe de ne yan na?

Bersiv: Peyva Çaxa Navîn, gotineke ku ji bo dema tarî ya ku li Ewrûpayê hatiye jiyîn re tê bikaranîn. Di wê serdemê de ji misilmanan jiyanek pêşketî û bextewar hebû. Misilmanan di wê demê de ne hebûna cinan înkar dikirin û ne jî hemî nexweşiyên xwe yên derûnî bi wan ve girê didan. Wan rêya navîn ji xwe re di jiyanê de bingeh girtibûn. Ne diketin îfrat û ne jî tefrîtê. Bandora cinan li ser mirovan heye. Lê belê ne hewce ye ku mirov vî tiştî li ber çavên xwe pir mezin bike. Bandora cinan, bi agahiyên ne rast ewqas di çavê xwe mezin kirine ku cin bi xwe jî ji ser xwe çûne.[1]

Ên ku înkara cinan dikin, ev helwesta wan, wekî berteke derûnî li dijî wan bêsînorî, îfrat û tefrîta ku di derbarê cinan hatiye gotin, derketiye holê û tê kirin.

Xwedê Teala wiha ferman dike: Bêguman kemîn û hîleya şeytanî qels e.[2]



[1] Ji aliyê wergêr ve hatiye zêdekirin: Heta mesele li ba hin cahilên Kurdan dema behsa cinan dikin ji bo xwe ji wan bistirênin navê wan nabêjin, belbî dibêjin. “Ên ji me çêtir”.

[2] Nîsa, 4/76.