Fetwayen Kurdi
Ger di nav malekê de du kes dewlemend bin, ma divê her du jî qurbanê bidin?

Ger di nav malekê de du kes dewlemend bin, ma divê her du jî qurbanê bidin?

Pirs: Heke di nav malekê de du kes (jin û mêr) dewlemed bin, ma divê her du jî qurbanê ser jê bikin? Yan yek ji wan ser jê bike bes e?  Ez û jina xwe em her du jî dixebitin. Ma divê em her du jî qurbanê bidin? Min nivîsa li ser vê meseleyê ya di sîteyê de jî xwend lê min tam fêm nekir. Ji ber vê hindê dipirsim.

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî her kesê ku şertên mesûlbûnê li serê ye, divê qurbanê bide. Lê piraniya aliman dibêjin, heke di nav malekê de yek ji ferdên wê malê qurbanê bide mesûliyeta li ser kesên din betal dike. Fikra ekseriyet çi be mirov li gorî wê hereket dike.

Derbarê vê mijarê de di beşa LÊKOLÎNAN a malpera me de, bi navê NÎQAŞÊN LI SER SERJÊKIRINA QURBANÊ YA LI SER NAVÊ MALBATÊ YAN JÎ FERDAN nivîsek heye. Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin serî li wir jî bidin.

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/aile-adina-tek-kurban.html