Fetwayen Kurdi
Kîjan heywan dibin qurban û taybetiyên wan çi ne?

Kîjan heywan dibin qurban û taybetiyên wan çi ne?

Pirs: Ji bo ku Xwedê qurbanên me qebûl bike, ma divê teqez em yên biha tercih bikin? Yan jî terciha di vê mijarê de divê em çawa û li gorî çi bikin?

Bersiv: Heywana ku dê ji bo qurbanê bê serjêkirin, divê li gorî şert û mercên qurbanê be, tu girîngiyeke bihabûn an erzanbûna wê nîne.

Mî û bizin, divê sala xwe temam kiribin an jî mî heke heft heşt mehî be jî divê wek yek salî qelew û gir xuya bike. Divê hêştir herî kêm pênc saliya xwe dewar jî du saliya xwe temam kiribin.

Heywana ku ji çavek an du çavên xwe kor be, piraniya diranên wê ketibin an jî guhên wê hatibin jêkirin, yek an her du qiloçên wê ji kokê ve şikestibin, ji nêviyê zêdetir guh an dûvê wê yan jî serê guhanê wê jêkirî bin, guh an jî dûvê wê wek fitrî tune bin, nebe qurban.

Heke heywana ku dê wek qurban bê serjêkirin; çavên wê şaş bin, bikule, bi awayekî fitrî biqiloç an bêqiloç be yan jî qiloçê wê hindik şikestî be, guhên wê hatibin qulkirin an ji qelişîbin, serê guhên wê hatibin jêkirin û wisa şeqitîbin, kêm diranên wê ketibin,  organên wê yên zayendî  tune bin an jî xwar bûbûn, tu mehzûra wê nîne û dikare wek qurban bê serjêkirin.

Heke qurban qelew be xêrtir e. Her wiha heke heywanek hema bibêje mêjiyê di nav hestiyê wê de nemabe û wisa zeîf ketibe, yan jî heta cihê serjêkirinê bikulime an jî bi awayekî berbiçav nexweş be, wek qurban nikare bê serjêkirin.