Fetwayen Kurdi
Ma tiştekî bi navê nimêja qurbanê heye?

Ma tiştekî bi navê nimêja qurbanê heye?

Pirs: Gelo tiştekî bi navê nimêja qurbanê heye? Di çapa Stenbolê ya Rîsaleya Quranê ya Ewliya Efendî de ku ji alimên Kastamonuyê ye, di rûpelên 31 û 32yan de hedîseke wiha derbas dibe: “Kî piştî serjêkirina qurbana xwe, du rikat nimêj bike û ji Xwedê re duayan bike çi bixwaze dê Xwedê bide wî/wê.”

Bersiv: Sahih, zeîf û mewzû(yên nerast) jî di nav de, di tu kitêbeke hedisê de em rastî vê hedisê nehatin. Me li ser înternetê jî lêkolîn kir lê me tu encamek bi dest nexist. Loma pir zehmet e ku mirov bibêje ev hedîsek e. Jixwe dema mirov metne dinirxîne ji ev yek xuya dibe. Yek ji nîşaneyên hedîsên nerast ew e ku ji bo îbadeteke biçûk wa’da mikafateke mezin didin. Gotina di vê hedisê de jî ku dibêje, “Xwedê çi bixwaze dê bide.” yek ji wan îfadeyên mibalaxe ye ku di hedîsên nerast e gelek caran derbas dibin.

Ji bo temaşekirina bersiva me ya bi videoyê ya li ser vê meseleye ji kerema xwe serî li lînka xwarê bidin.

 www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurban-kesilince-kilinmasi-gerektigi-soylenen-kurban-namazi-var-midir.html