Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di eydê de du qurbanên cuda ser jê bike?

Ma mirov dikare di eydê de du qurbanên cuda ser jê bike?

Pirs: Dêya min dê îsal qurbanê bide. Lê dixwaze beşdarî kampanyaya qurbanê ya saziyekê xêrxwaziyê jî bibe û ji bo wê derê jî qurbanekê bexş bike. Ma mirov dikare di eydekê de wek cuda du qurbanan bide? Ma ew qurbana ku dê bexş bike, dê wek qurban bê qebûlkirin an wek xêrekê bê qebûlkirin?

Bersiv: Yên ku îmkanên wan ên madî hebin û hal û derfetên wan xweş bin, heke ji yekê zêdetir qurbanê ser jê bikin, dê xêra wan a di vê îbadetê de zêdetir bibe. Jixwe di çavkaniyên muteber de jî tê gotin, Resûlê Ekrem (s.x.l) du beranên bikoloç ên qelew û spî ser jê dikirin. Yek ji wan li ser navê kesên ji umeta xwe ser jê dikir ku derfeta wan a madî tunebû. Ya din jî li ser navê xwe û ferdên malbata xwe ser jê dikir. (Buxarî, “Edahî”, 7; Muslim, “Edahî”, 18; Ebû Dawûd, “Edahî”, 3,4; Tirmizî, “Edahî”, 2; Nesaî, “Dahaya”, 14,28-31; Îbn Mace, “Edahî”, 1; Darimî, “Edahî”, 1.)