Fetwayen Kurdi
Heke yek ji şirîkên qurbanê bi niyeta nezrê(qewlê) be, çi dibe?

Heke yek ji şirîkên qurbanê bi niyeta nezrê(qewlê) be, çi dibe?

Pirs: Min qewl daye ku qurbanekê bidim. Dibêjin heke ez bi vê niyetê bi hin kesên din re bibim şirikê qurbanekê, dê qurbana yên din qebûl nebe. Cenabê te, ji bo vê meseleyê çi dibêje? Ger karibim ser jê bikim, ji bo ku nikare qurbanê bide ma ez dikarim hemû goştê para xwe bidim birayê xwe.

Bersiv: Ji bo qurbanên ku wê bi şirîkatî bên serjêkirin, di kitêbên fiqhê de behsa vê hukmê tê kirin:

“Ji bizin û mêşinê her yek bes dikarin li ser navê kesekî wek qurban bên serjêkirin. Ji bo hêştir an jî dewarekê ji kesekî heta heft kes dikarin bibin şirîk. Lê divê ev hemû şirîk misliman bin, xwediyê para xwe bin û ji bo xêra Xwedê niyeta îbadetê bikin.

Ji bo ku nezr jî îbadetek e tu zirarê nade qurbana şirikên din.

Her wiha hûn dikarin hemû an qismekî qurbana xwe ya qewlê bidin birayê xwe yê hewcedar.