Fetwayen Kurdi
Heke dewara du salî diranên wê yên şîr hêj neketibin ma dibe boraq?

Heke dewara du salî diranên wê yên şîr hêj neketibin ma dibe boraq?

Pirs: Heke dewara ji bo boraqê tevî ku du saliya xwe temam kiribe lê hêj diranên xwe yên şîr neguhertibin, ma dibe boraq?

Bersiv: Ji bo ku dewarek karibe wek boraq bê serjêkirin lazim e herî kêm du salî be. Li gorî tecrûbeyan, dewarên ku du saliya xwe temam dikin, diranên wan ên şîr jî ketine. Lê heke du saliya xwe temam kiribe lê hêj diranên xwe yên şîr neguhertibin, tu zirara wê nîne û dikare bibe boraq.

Ji bo agahiyên berfirehtir li ser  temenê dewarên ji bo qurbanê, hûn dikarin serî li lînka li xwarê bidin.

https://www.turkbesi.com/kurbanlik-sigirlarda-yas-tayini.html