Fetwayen Kurdi
Kesekî ku qurbanê dide goştê ku jê re tînin divê çi bike jê?

Kesekî ku qurbanê dide goştê ku jê re tînin divê çi bike jê?

Pirs: Min par qurbana xwe wek wekalet da saziyeke xêrxwaziyê.  Cîranên min jî bi niyeta ku min  qurban ser jê nekiriye, ji qurbanên xwe behrek ji min re jî anîn.  Ji bo ku min  hemû qurbana xwe bexş kiribû min ew  neşkandin û goşt girt. Divê ez çi bikim? Heke careke din wiha bibe divê ez ji bo kesên ku goşt tînin, behsa vê yekê bikim? 

 

Bersiv: Derbarê teserufa qoştê qurbanê de Xwedê Teala wiha ferman kiriye: 

“Me ji bo we (ji enamê) yên ku wek bedenî gir bûne kirin ji nîşaneyên evdîtiya Xwedê. Feydeya wan ji bo we heye. Dema ew rêz bi rêz disekinin navê Xwedê bînin ziman û wan ser jê bikin! Dema kêleka wan li erdê ket ji wan bixwin, bidin kesên ku dixwazin jî naxwazin jî! Ji bo ku hûn şikuriya xwe bînin/wezîfeya xwe bikin me ew bi vî awayî xistin bin xizmeta we.” (Hec, 22/36)

Li gorî vê, goştê qurbanê him dikare xwediyê wê jê bixwe him jî li eqrebeyên dewlemed- feqîr û li cîranan bê belavkirin. Hûn qurbanê jî ser jê bikin nayê wê maneyê ku divê hûn îkrama goştê qurbanê ya eqrebe û cîranên xwe li wan vegerînin. Lê ji bo ku hûn jî karibin goştê qurbanê îkramî eqrebe û cîranên xwe bikim em pêşniyaz dikin hûn jî ji goştê qurbana xwe hinekî veqetînin.