Fetwayen Kurdi
Ma weqif û komele bi pereyên ku kom dikin dikarin bi erzanî qurbanan ser jê bikin?

Ma weqif û komele bi pereyên ku kom dikin dikarin bi erzanî qurbanan ser jê bikin?

Pirs: Ez li derveyê welêt dijîm. Li vê derê hin weqif û komele ji bo qurbanê hin bernameyan li dar dixin. Wek bedêla her qurbanekê jî 100 euro kom dikin. Lê bi qasî ku em hîn bûn saziyên ku van organîsyonan li dar dixin, mîna parzemîna Afrîkayê li welatên ku qurban li wir pir erzan in, bi 25-30 euroyî qurbanan ser jê dikin. Helbet heta ku em hîn bûn ji me re behsa vê nekirin. Piştî ku em hîn bûn jî ji me re wiha gotin, “Belê em qurbanan bi 25-30 euroyî ser jê dikin, lê pereyê ji berê jî dimîne em li feqîran belav dikin.” Lê ma ne divê li ser navê me qurbaneke bi 100 euroyî ser jê bikirana. Yek jî ma ji ber ku wiha kirine qurbana me tê qebûlkirin?

Bersiv: Ji bo ku qurbana we di wextê xwe de hatiye serjêkirin, we ev îbadeta xwe bi cih aniye. Lê kesên ku hûn behsa wan dikin, ji bo ku pereyê ji ber qurbanê maye li hewcedar û feqîran belav bikin, divê îzna we bixwesta. Ji bo ku destûra we nexwestine lazim e pereyê ji berê maye, li we vegerînin. Hûn dikarin wî pereyî ji wan bixwazin û bigirin.

Weqif û komeleyên ku ji bo qurbanê organîzasyonan dikin, piştî hemû mesrefên zarûrî yên ji bo qurbanê, divê pereyê ku ji berê dimîne ya bidin xwediyê wan yan jî destûra wan bixwazin ku dê ji bo çi mesref bikin.