Fetwayen Kurdi
Ger yek ji şirîkên qurbanê bi niyeta ku goştê wê bixwe qurbanê bide çi dibe?

Ger yek ji şirîkên qurbanê bi niyeta ku goştê wê bixwe qurbanê bide çi dibe?

 

Ger yek ji şirîkên qurbanê bi niyeta ku goştê wê bixwe qurbanê bide çi dibe?

Pirs: Pirsa min li ser wê yekê ye, meselen em bibêjin em ê pênc an heft kes wek şirîk bi hev re qurbanekê bidin; lê heke yek ji şirîkan ji niyeta îbadetê zêdetir bi niyeta goştxwarinê qurbanê bide ma dê zirarê bide qurbana min an na? Ji bo qurbanê ma mirov bes dikare bi wan kesan re bibe şirîk ku mirov ji dînê wan emîn e? Ji bo qebûlbûna qurbanê ma ev şert divê?

Bersiv: Ji bo ku mirov nêzî Xwedê bibe yanî bi armanca îbadetê(qurbet), di wextên diyar de ji yên ku cinsê wan hatiye diyarkirin, heywanekê ser jê bike, ji vê yekê re qurban tê gotin. Bi gotineke din di serjêkirina qurbanê de şertê ewil niyeta îbadetê ye. Loma divê hemû şirîk bi niyeta îbadetê werin ba hev.

Ji bo qurbanên ku bi şirîkatî tên serjêkirin di kitêbên fiqhê de ev hukm heye:

“Hêştir an dewarek dikare li ser navê ji kesekî heta heft kesan bibe qurban. Lê divê ev hemû şirîk misliman bin, teserufa behra wan di destê wan de be û niyeta wan ji bo îbadeteke xêra Xwedê be.”

Loma divê kesên ku ligel wan şirîkatî bê kirin divê kesên nas bin, ji berê de mirov hev nas kiribe.