Fetwayen Kurdi
Dema mirov ji xwe re wesayiteke nû kirî ma divê mirov qurbanê bide?

Dema mirov ji xwe re wesayiteke nû kirî ma divê mirov qurbanê bide?

Pirs: Dema mirov ji xwe re erebeyeke nû kirî ma lazim e mirov qurbanê bide?

Bersiv: Tiştekî pir normal e ku mirov ji bo nîmetên Xwedê, şikuriya xwe nîşan bide. Mirov dikare vê spasiyê bi îbadeteke meqbûl nîşan bide. Lê tiştekî wisa nîne “ku mirov ji xwe re erebeyek kirî divê qurbanê bide”. Lê mirov dikare ji bo nîmeteke wiha ku ji me re tê dayîn, qurbanê ser jê bike û goştê wê belav bike. Ev dibe qurbana ji bo spasiyê. Di şûna vê de, mirov dikare nimêj jî bike. Navê vê jî dibe nimêja şukrê. Lêbelê ev ne şert in.