Fetwayen Kurdi
Ma caiz e mirov li ser înternetê qurbana xwe bexş bike?

Ma caiz e mirov li ser înternetê qurbana xwe bexş bike?

Pirs: Gelo caiz e ku mirov li ser înternetê qurbana xwe bexş bike? Ger caiz be ez dikarim wekaleta xwe bi rêya saziyekê bidim? Bi awayekî zelaltir ku ez bibêjim, meselen ma ez dikarim bibêjim “ez saziya bi navê xxx’ê ji xwe re dikim wekîl” ma wekaleteke wiha qebûl dibe?

Bersiv: Heke baweriya we bi wê saziyê were caiz e ku mirov li ser înternetê qurbana xwe bexş bike. Hûn saziyê ji xwe re dikin wekîl, ew jî bi rêya personelên xwe vê wekaletê bi cih tînin. Tu mehzûr di vê yekê de nîne.