Fetwayen Kurdi

Ger rêberek, turîstan bibe dikanekê û ji wê dikanê komîsyona xwe bigire ma ev caiz e?

Pirs: Ez wek rêberê turîstan dişixulim. Ma ez dikarim muşteriyên xwe bibim dikaneke ku baweriya min bi fiyet û kalîteya wê tê (dikaneke ku derbarê kalîteya berhemên xwe de derewan nake û fiyetên wê ji dikanên din maqûltir e) û ji wê dikanê komîsyona xwe bigirim? Tiştekî wiha helal e yan heram e? Her wiha ji bo komîsyoneke wiha sînorek heye yan na? Wek ji sedî 5, 10, 20. Ji xeynî vê ma divê ez ji muşteriyên xwe re bibêjim ku ez komîsyonê digirim?

Bersiv: Heke ew dikan, mal û berhemên xwe bi fiyeteke normal difiroşe turîstan  û ji bo te jî wek ekstra komîsyonekê bide, tu mehzûra vê nîne. Lê heke ew komîsyona ku ji bo te tê dayîn, ji kîsî turîstan be bi şertê ku haya turîstan ji vê yekê hebe, li te helal e. Yanê heke ew komîsyon, di çarçoveya van qaîdeyên behskirî de be, tu mehzûra wê nîne.

Doç. Dr. Servet Bayındır