Fetwayen Kurdi

Hukmê ku mirov li welatekî nemisilman eraqê bifiroşe, çi ye?

Pirs: Li Almanyayê imbiss/bufeya min heye û ez li wir dixebitim.  Hukmê ku mirov li welatekî  nemisilman eraqê bifiroşe, çi ye?

Bersiv: Cihê ku tu lê diminî, welatekî nemisilman be jî  ne caiz e ku tu eraqê bifiroşî.  Emr û qedexeyên Xwedê, li gorî welatan naguherin. Tiştekî ku li welatekî heram e çênabe ku li cihekî din helal be. Heram li her derê heram e.

Her wiha Xwedê Teala ji bo qedexekirina tiştên ku mirovan serxweş dikin, nabêje, “wan venexwin” dibêje, “xwe ji wan dûr bixin” û bi vî awayî ne îfadeyeke taybet îfadeyeke giştî bi kar tîne. Xwedê wiha ferman kiriye:

“Gelî bawermendan! Eraq-cureyên tiryakê û cureyên qumarê, peykerên(pûtên) çikandî û piyango, ji karên pîs ên şeytên in. Xwe ji wan dûr bixin da ku hûn bigihên hêviyên xwe.” (Maîde, 5/90) Xwejêdûrxistin yanî mirov mesafeyekê têxe navbera xwe û tiştekî. Dema kesek tevî ku eraqê venexwe; lê wê bifiroşe yan jî tiştên ku li gorî hedîsê qedexe ne, bike, vê fermana Xwedê bi cih nayînê ku dibêje, “xwe jê dûr bixin.”

Riwayeta ji Enes rediyellahû enh bi vî awayî ye:

“Resûlê Xwedê (s.x.l) derbarê eraqê de ku mirovan serxweş dike, lalet li deh kesan kiriye: Yê ku diguvêşe, yê ku dide guvaştin, yê ku vedixwe, yê ku bar dike, yê ku dide barkirin,  yê ku servîs dike, yê ku difiroşe, yê ku pereyê wê dixwe, yê ku dikire û yê ku dide kirîn.” (Tirmizî, Buyû‘, 59)

Di çarçoveya van ayet û hedîsan de divê Misilman li her cihê ku lê bin, haya wan ji helal û heramê hebe û divê emr û fermanên Xwedê bi cih bînin.