Fetwayen Kurdi

Heke kargehek krêdiyê bi kar bîne, ma meaşê karmendên ku li wir dixebitin, dibe heram?

Pirs: Ez li şîrketeke taybet di beşa muhasebeyê de dixebitim. Wek parçeyekî kar, ez kar û barên wek faîzê jî hisab dikim. Ji xeynî vê şîrketa me hin caran jî ji bankê krêdiyê dikişîne. Gelo di rewşeke wiha de hukmê meaşê me çi ye helal e yan heram e?

Bersiv: Ya herî girîng ew e ku mirov xwe bi tu awayî tevlî kar û barên wek faîzê neke. Lê wek di pirsa te de, heke mirov tam nizanibe meaşê mirov ji kîjan pereyî ye, divê mirov binêre qezenca esas ya wî pereyî ji ku tê.

Heke qezenca wê kargehê, bi piranî ji kar û barên heram be, ya baş mirov dev ji wir berde. Lê heke piraniya qezencê ji kar û barên helal be û qismekî biçûk ji kar û barên heram be, mirov di çarçoveya umumû belwayê de, dikare vî karê xwe berdewam bike. Lê ya baş mirov vî mîqdarê heram hisab bike û ji nav destê xwe derxe.

Kargeheke ku ji bankê krêdiyê dikişîne, ne ku faîzê dixwe faîzê dide xwarin û ji bo vê yekê faîz tevlî meaşê we nabe.

Doç. Dr. Servet Bayındır