Fetwayen Kurdi

Bi şertê ku mirov heqê wî bide û cardin bigire, ma mirov dikare mal û milkekî bifiroşe?

Pirs: Bi şertê ku mirov cardin bigire, ma mirov dikare mal û milkekî bifiroşe?

Bersiv:  Di fiqhê de ji bo kirîn û firotineke wiha, “bey’ê bi’l-wefa (البيع بالوفاء)” tê gotin yanî ev kar bi xwe faîz e lê wek di rengekî kirîn û firotineke normal de, tê nîşanda. Loma kirîn û firotineke wiha ne caiz e.

Bi şertê ku cardin di muqabilê heqê xwe de li mirov bê îadekirin, mirov mal û milkekî bifiroşe, ji vê yekê re “bey’ê bi’l-wefa” tê gotin. Ev peymaneke wisa ye ku mal û milkek him tê firotin him jî wek rehîn tê girtin. Ji bo vî awayî di nav xelkê de tê gotin, “pere bê faîz e, zevî bê îcare ye.”

Bi vî awayî, kesekî ku hewcedariya wî bi krêdîyê heye, zeviya xwe, xaniyê xwe yan tiştekî xwe yê din difiroşe; lê bi şertê ku kengê wî pereyî bide, dê malê xwe cardin bigire. Ev şert, an di dema peymanê de tê diyarkirin an jî beriya peymanê û paşê ew kirîn û firotin pêk tê. Heta ku xwediyê wî malî wan pereyan îade bike yê ku kiriye ji wî malî îstifade dike.

Ser meselê em bibêjin, hewcedariya kesekî bi 10 hezar lîreyî heye. Dikare bi %10 faîzê vî pereyî peyda bike. Lê dixwaze bi awayekî ku ne faîz be, vî pereyî temîn bike. Heke zevî yan jî dikaneke wî hebe ku salane kirêya wan 1.000 lîre be, wê dikan an zeviyê, bi awayê “bey’ê bi’l-wefa”yê difiroşe. Heta ku pereyê xwe bîne, kirêya wî zevî an dikanê muşterî digire, yanê kesê ku ew mal kiriye.  Lê heke nikaribe wî pereyî bine, ew dikan an zevî bi temamî dibe yê muşterî. Tu deynekî din ê firoşkar jî namîne. Yanê li gorî qedexeya ku di nav sefqayekê (bazarekê) de du sefqa nabin, divê ev kirîn û firotin, wek faîzê bê hesibandin û qedexekirin.” (Abdülaziz Bayındır, Ticaret ve Faiz, Süleymaniye Vakfı Yayınları, İstanbul, 2007, r. 70-71)

Dema du însan destên hev bigirin ji vê yekê re sefqa tê gotin. Yên ku li hev dikin, piştî peymanê destên hev digirin û bi vî awayî nîşan didin ku peymana wan temam bûye. Resûlê Xwedê di nav sefqayekê de du sefqa qedexe kirine.” (Ehmed b. Henbel, Musned, 1/398)

Bi vî awayî tê qedexekirin ku di nav peymanekê de peymaneke din bê kirin. Li gorî riyaweta ji Ebû Hureyre, Resûlulleh kirin û firotineke wiha qedexe kiriye (Tirmizî, Buyû’, 18) û wiha ferman kiriye:

“Kî di nav kirîn û firotinekê de, du kirîn û firotinan bike ya berdêlên kêm digire û yan jî faîzê dixwe.” (Ebû Dawûd, Buyû’, 55)

Ji bo agahiyên zêdetir derbarê “Bey’ê bi’l wefâ”yê de, ji kerema xwe serî li vir bidin: (Bayındır, Ticaret ve Faiz, r: 218-225)