Fetwayen Kurdi

Mal û berhemeke ku em difiroşin, ma divê em ji bikirên xwe re behsa hemû taybetmendiyên wê bikin?

Bersiv: Ez li bazarê dixebitim û goreyan difiroşim. Hin gore piyên mirov dişidînin hin ji wan jî naşidînin û aciz nakin. Çi gore be çi tiştekî din be dema ez tiştekî bifiroşim ma divê ji muşteriyên xwe re behsa taybetmendiyên wî malî bikim? Ne mimkun e ku ez ji her muşteriyê xwe re behsa taybetmendiya malê ku dikire, bikim. Jixwe hin caran kar ew qas zêde ye, mirov nikare bi muşteriyên xwe re eleqedar bibe û di rewşeke wiha de ma ez ê  çawa karibim behsa taybetmendiyan bikim.

Bersiv: Ji bo mal û berheman hin standartên diyar hene. Heke ew mal, ne li gorî standartên xwe be, divê mirov haya muşterî bi vê yekê bixe. Heke muşterî bi xwe li wî malî binêre, kontrol bike û bi dilê wî be, ne hewce ye ku tu jê re behsa tiştekî bikî. Lê dema muşterî bipirse, divê mirov jê re behsa qisûr û başiyên wî malî bike.