Fetwayen Kurdi

Ma caiz e yên ku bi xwe dev ji karên xwe berdidin, meaşê bêkariyê bigirin?

Pirs: Seyda pirsa min ew e, em  bibêjin kesek bi daxwaza xwe dev ji karê xwe berdide. Lê dema dev ji karê xwe berdide, li cihê ku lê dixebite wek ku kargehê ew ji kar derxistiye belgeyan çêdike û bi awayî dikare meaşê bêkariyê bigire. Gelo tiştekî wiha caiz e?

Bersiv: Saziya Ewlehiya Civakî (SGK), meaşê bêkariyê dide kesên ku karên xwe ji dest dane ne ku kesên ku bi daxwaz û dilên xwe dev ji karên xwe berdane. Ji bo wergirtina meaşê karmendiyê, ne tiştekî caiz e tevî ku mirov bi daxwaz û dilê xwe dev ji karê xwe berdabe wek ku cihê kar mirov ji kar derxistiye, nîşan bide. Pereyê ku bi vî awayî bê wergirtin jî li mirovan heram e.