Fetwayen Kurdi

Bi şertê ku qezenceke sabît bide min, ma ez dikarim pereyên xwe deynim ba zêrfiroşan?

Pirs: Hevalekî min ê zêrfiroş ji min re got, “Heke pere yan zêrên te hebin, deyne ba min û ez ê ji qezenca wan, ev qas pere yan ev qas gram zêr bidim te.” Min jî 5 hezar lîre da wî. Got, ez ê her mehê 200 lîreyî bidim te. Her wiha min 110 gram zêr jî danîn balê. Ji bo zêran jî got, piştî sê mehan ez ê 121 gram zêr bidim te. Min pê re bazarî nekir ku wê çi qas pere yan zêr bide min. Hevalê min ê zêrfiroş got, bi vî awayî dê kara min jî bibe û min jî qebûl kir. Li ser vê min 5 hezar lîreyên xwe û wek 110 gram zêr, bazin danîn balê. Lê dema ez hatim malê dilê min teng bû. Gelo ez tevli faîzê bû?

Bersiv: Ev tiştê ku tu behsê dikî faîz e û li gorî fiqhê ne caiz e. Ji bo ku wek caiz bê hesibandin, divê hûn di navbera xwe de, şirîkatiyeke li gorî kar û zirarê bikin. Meselen em bibêjin, tu yê pere yan zêrên xwe deynî ba zêrfiroş. Ew ê jî têxe nav qezencekê û hûn ê kara wê, li gorî rêjeya ku we li hev kiriye, hûn ê di navbera xwe de behr bikin.  Dema hûn zirarê bikin, dê sermayeya te ji kîsî te biçe keda zêrfiroş jî wê ji kîsî wî biçe.

Doç. Dr. Servet Bayındır