Fetwayen Kurdi
Gotina “hec li ber deriyê meriv e”, tê çi wateyê?

Gotina “hec li ber deriyê meriv e”, tê çi wateyê?

Pirs: Peyva “hec li ber diriyê meriv e” tê çi wateyê?

Bersiv: Ev gotin, ji bo yên ku dibêjin kesê ez alîkariya wan bikim ez nabînim an jî meriv xêrê bi kê bike baştir e re hatiye gotin. Ango ne hewce ye ku tu li yên dûr bigerî, belbî ku tu bi eqrebayên xwe yên nêz û bi yên hatine ber destê te re bibî alîkar. Lê belê, tu eleqeya vê gotinê bi heca ferz e re tune ye. Kesê derfeta wan a çûna hecê hebe divê ku biçin û tu xêreke din nakeve şûna çûna hecê.