Fetwayen Kurdi
Mêr û jina ku bi hev re xebitîbin ma divê ku bi hev re biçin hecê jî?

Mêr û jina ku bi hev re xebitîbin ma divê ku bi hev re biçin hecê jî?

Pirs: Eger mêr û jin li kargeh, karê çolê û hwd. bi hev re bixebitin û kar bikin, di halê ku pereyên wan çêbibin, ma divê ku bi hev re biçin hecê?

Bersiv: Mêr bi debarkirina mal û malbata xwe berpirsyar e. Tiştê ku pîrek bi dest dixe jî yê wê ye. Eger pîrek ji qezenca destê xwe îhtiyaciyên malê temîn bike û bi vî awayî bibe alîkarê mêrê xwe, dibe xwedan xêr. Mesela hecê jî pereyê kê hebe û rewşa wî/wê ya tenduristî jî derfeta çûnê bide, ew ê biçe hecê. Eger herdu jî bi qasî ku bikaribin biçin hecê dewlemend bin, divê herdu jî herin. Lê, zilam ne mecbûr e ku ji malê xwe bide da ku jina wî biçe hecê. Eger bibe jî bi vê kirina xwe dibe xwedan xêr.