Fetwayen Kurdi
Gunehên ku me beriya zewacê kirine, ger em bi hev re bizewicin tên bexşandin?

Gunehên ku me beriya zewacê kirine, ger em bi hev re bizewicin tên bexşandin?

Pirs: Digel ku min zanibû heram e jî min bi hevalekî xwe re hin tişt kirin. Em li zewacê difikirin. Di zewaca xwe de gelo em ê cezayê van tiştan bikişînin? Divê em çawa tobe bikin?

Bersiv: Di dînê me de zilam û pîreka ku dikarin bi hev re bizewicin, heta ku nîkaha wan nehatibe birîn, jihev re biyanî tên qebûlkirin. Ji ber vê yekê dostikgirtin, hevaltî û hwd. ji hemî tiştên ku meriv nêzî zinayê dikin, hatine qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[1]

Ji zilamên bawermend re bibêje: bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[2]

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[3]

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-erkegin-kiz-arkadasi-olabilir-mi.html

Eger hûn soz û peymaneke teqez bidin Xwedê, tobe bikin û heta zewaca xwe hûn ji hevdu dûr bisekinin, Xwedê jî dê we bibexşîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Lê belê ew ên ku piştî vê, tobe bikin û rewşa xwe rast û durist bikin, ew cuda ne. Vêca birastî Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.”[4]

“… lê belê yê ku tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike, ew cuda ye. Xwedê gunehên wan bi xêran diguherîne. Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.

 Kî ku tobe bike û kar û kiryarên qenc bike, bêguman ew ê bi tobeyeke meqbûl li Xwedê vegere.”[5]



[1] Îsra, 17/32.

[2] Nûr, 24/30.

[3] Nûr, 24/30.

[4] Nûr 24/5.

[5] Furqan, 25/70-71.