Fetwayen Kurdi
Rast e ku pîrek ne mecbûr in şîr bidin zarokên xwe?

Rast e ku pîrek ne mecbûr in şîr bidin zarokên xwe?

Pirs: Dibêjin ku pîrek ji şîrdayina zaroka xwe, paqijkirina mala xwe û ji çêkirina xwarinê, ne berpirs e. Birastî jî tiştekî wiha heye?

Bersiv: Şîrdayina zarokê, wezîfeya dê ye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Xwarin û vexwarina wan li gorî me‘rûfê, li ser bavê zarok e. Li gorî hêza xwe bi tenê meriv tê binbarkirin. Divê ne dê ne jî bav, bi sedem zaroka xwe zirarê bibîne…”[1]

Mîna ku di ayetê de derbas bû, dayika ku bixwaze zaroka xwe beriya du salan bişîr vebike, vê biryarê bi tena serê xwe nikare bide; eger bi mêrê xwe re li ser vê yekê li hev bikin, di demeke pêş de jî dikare zaroka xwe bişîr vebike.

Di zewacê de hin wezîfeyên mêr û jinê yên exlaqî hene. Bila neyê gumankirin ku ji bo pîrekê di malbatê de tu wezîfe nehatine dayin. Pîrek, ji karên hundir, zilam jî ji karên derve berpirsyar hatiye girtin. Dema Pêxember (s.a.w) Hezretî ‘Elî û Hezretî Fatîma dizewicîne, di navbera wan de parvekirineke bi vî awayî kiriye.

Ji bo kesên ku bixwazin di heqê – di zewacê de mafê mêr û jinê- agahiyên berfirehtir bi dest bixin, bila ji kerema xwe re nivîsa di lînka jêr de bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/gunumuzde-kari-koca-ihtilafinin-sebepleri.html



[1] Beqere, 2/233.