Fetwayen Kurdi
Ma heta çend mehan divê ku ez şîr bidim zaroka xwe?

Ma heta çend mehan divê ku ez şîr bidim zaroka xwe?

Pirs: Kurekî min ê heft mehî heye. Li gorî dîn, divê ez çiqasî, wî şîr bidim?

Bersiv: Di derbarê şîrdayina zarokan de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Xwarin û vexwarina wan li gorî me‘rûfê, li ser bavê zarok e. Li gorî hêza xwe bi tenê meriv tê binbarkirin. Divê ne dê ne jî bav, bi sedem zaroka xwe zirarê bibîne…”[1]

Li gorî vê, ya herî baş ku meriv zarokê heta du salan ango heta 24 mehan şîr bide. Mîna ku di ayetê de derbas bû, dayika ku bixwaze zaroka xwe beriya du salan bişîr vebike, vê biryarê bi tena serê xwe nikare bide; eger bi mêrê xwe re li ser vê yekê li hev bikin, di demeke pêş de jî dikare zaroka xwe bişîr vebike.

Bersiveke me ya bi awayî vîdeoyê di lînka jêr de ye. Em tewsiye dikin ku hûn temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurana-gore-bebekler-24-ay-mi-30-ay-mi-emzirilir.html



[1] Beqere, 2/233.