Fetwayen Kurdi

Heke mêrek ji bo jinekê yan jî jinek ji bo mêrekî masajê bike, hukmê vê çi ye?

Pirs: Seyda meselen em bibêjin ez wek masor kar dikim û ji bo karê xwe divê destên xwe bidim bedena kesekî/e din. Gelo ev yek guneh e? Hin caran ji ber karê xwe mecbûr dimînim ku jinan jî masajê bikim. Gelo hukmê vê meseleyê çi ye?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz de him ji bo mêran him jî ji bo jinan hatiye emirkirin ku li çav û awirên xwe miqate bin û bi taybet hatiye emirkirin ku cihên ewretê bên girtin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji zilamên bawermend re bibêje, bila hay ji awirên xwe hebin û bila cihên xwe yên edebê (fercên xwe) biparêzin…” (Nûr, 24/30)

“Ji jinên bawermend re jî bibêje, bila hay ji awirên xwe hebin û bila cihên xwe yên edebê (fercên xwe) biparêzin…” (Nûr, 24/31)

Ferc, ji bo pêş û paşiya jin û mêran û cihê derdora van deran tê gotin ku ev der ji serçokê heta zikê mirovan e. Van cihan, ji bilî jin û mêrên hev, kesekî din nikare bibîne.

Li gorî ayeta 31ê ji Sûreyê Nûrê, heram e ku zilamên xerîb ji xeynî dest, rû, zend, û piyên wê, li cihekî din ên jinekê binêrin.  Dema mirov destê xwe bide bedena kesekî/ê ev gavek pêştirî mêzandinê ye. Loma heram e ku tu ji bo jinan masajê bikî.