Fetwayen Kurdi

Ma heram e ku mirov karê emlakê bike?

Pirs: Ma heram e ku mirov karê emlakê bike?

Bersiv: Bi şertê ku mirov derewan neke û beyanên şaş nede, tu mehzûr nîne ku mirov karê emlakê bike. Di vir de tiştê ku serê mirovan tev li hev dike, komîsyongerî/sîmsarî ye. Xizmet, alîkarî, navbeynkarî, firotin û karên belavkirinê yên ku nebin sedema zêdebûna fiyetan, wek dînî ne qedexe ne. Heke mirov mal û berhemeke hilberîneran bigihîne ber destê muşteriyan, ji bo firoşkaran muşteriyan peyda bike û ji bo vê xizmetê jî heqekî diyarkirî bigire, tu mehzûra vê nîne.

Yên ku vî karî dikin, ji bo komîsyona ku dê bigirin, dikarin bazariyê jî bikin an jî li gorî urf û adeta di vê sektorê de, dikarin heqê xwe bixwazin.