Fetwayen Kurdi

Hukmê wê çi ye ku mirov berê muşteriyên xwe bide krêdiya bankan?

Pirs: Seyda ez li cihekî ku otomobîlan difiroşe, dixebitim. Dema muşteriyên/bikirên me otomobîlan ji xwe re dikirin, ji bank an jî ji saziyên fînansê, krêdiyê dikişînin. Em jî gelek caran bi daxwaza wan, berê muşteriyên xwe didin bank an jî saziyên fînansê, yanî ji bo krêdiyê em dibin navbeynkar. Gelo bi vî awayî em jî dikevin gunehan an na? Her wiha ji bo tiştên wiha, bank komisyonê didin şîrketê. Şirket jî ji vê komisyonê tiştekî dide me. Gelo girtina vî pereyî caiz e?

Bersiv: Her kar û barekî ku bi rêya bankan tê kirin, nayê wê maneyê ku heram e. Lê wek di pirsa te de, heke mirov berê muşteriyên xwe ji bo krêdiya bifaîz bide bankê yan jî kar û barên bifaîz ku ew ê bi bankê re bikin, mirov li ser navê wan bike, ev ne li gorî fiqhê ye. Tiştekî wiha wek navbeynkariya ji bo faîzê ye. Ji ber vê, yên ku wek te vî karî dikin, divê ji bo vê meseleyê baldar bin.

Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

“Yê ku piştgiriya karekî baş dike, ji wê, behrekê digire; yê ku piştgiriya karekî xerab dike jî ji ber wê  yekê dikeve bin mesûliyetekê. Yê ku her tiştî dibîne Xwedê ye.” (Nîsa, 4/85)

 “Di meseleya fazîletbûn û teqwayê/xwedûrxistina ji şaşiyan de alîkariya hev bikin, li ser guneh û zêdegaviyê alîkariya hev nekin.” (Maîde, 5/2)

Ji bo pirsa te ya din jî komîsyona ku bank didin şîrketê, wek xebatkarekî wê şîrketê te eleqedar nake. Tu ji bo şirketê xizmetekê dikî û di muqabilê wê de, heqê xwe digirî. Pereyê ku şirket ji bankê digire, malê şirketê ye. Pereyê ku şirket dide te û ew pere du tiştên ji hev cuda ne. Lê ji bo ku dilê te tam rihet bibe, em pêşniyaz dikin ku tu alternatîfeke din peyda bikî da ku bi kar û barên bi vî rengî re emel nekî.

Doç. Dr. Servet Bayındır