Fetwayen Kurdi

Yên ku ji kar tên derxistin ma heqê wan heye ku tezmînatê bigirin?

Pirs: Yên ku ji kar tên derxistin li gorî şerîeta Îslamê ma heqê wan heye ku tezmînatê bixwazin?

Bersiv: Di meseleyên bi vî rengî de divê mirov li orf û kevneşopiyê binêre. Li Tirkiyeyê tezmînat êdî bûye wek adetek û di qanûnan de jî cih digire. Him karsaz him jî karker bi vê yekê dizanin û li gorî wê peymana di navbera xwe de, îmze dikin. Ji bo vê, kesên ku ji kar tên derxistin heqê wan heye ku tezmînatê bigirin.