Fetwayen Kurdi

Piştî danûstandin û tîcaretê ma divê em û turîst, ji hev helaliyê bixwazin?

Pirs: Ez li mexazayekê dixebitim ku çenteyên jinan difiroşe. Em tim tiştekî difiroşin turîstan. Ma ji bo vê, divê em û turîst ji hev helaliyê bixwazin? Hin caran çend sentên me bi ser wan de diçin, hin caran jî yên wan bi ser me de tên. Rast e qiymeta çend sentan pir ne zêde ye; lê li gorî dînê me divê ez çawa bikim?

Bersiv: Li gorî dînê me, kesekî nemisilman be jî divê mirov heqê tu kesî nexwe. Heta divê mirov di vê meseleya heqxarinê de,  ji bo kesên nemisilman baldartir be. Bereksê wê, xeletiyeke ku hûn ê bikin dibe ku bibe sedem ku ew bi çavekî xerab li Misilman û Îslamê binêrim û wek lekeyekê li ser dînê me bihesibînin.

Di danûstandin û tîcaretê de, dibe ku gelek caran sê çar qirûşên mirov  bi ser kesekî de biçe yan yê wî bi ser me de werin. Di rewşên wiha de divê miheqeq mirov haya muxatabê xwe (turîstan) pê bixe. Heke bibêjin, tu qiymeta wê nîne û ne hewce ye tu mehzûr nîne, lê heke ne bi dilê wan be divê mirov heqê wan bide.