Fetwayen Kurdi

Ma tiştekî rast e ku Misilmanek li cihên wek Mc Donaldsê bişixule?

Pirs: Seyda ma guneh e ku mirov li Mc Donaldsê bixebite? Wek ku cenabê te jî pê dizane, Mc Donalds ya Cihûyan e û ew jî zilmê li Misilmanan dikin. Ji ber vê, pereyê ku mirov ji wir qezenc bike, ma helal e?

Bersiv: Bi armanca ku em ê ji aliyê aborî ve Cihûyan têk bibin,vne hewce ye ku mirov xwe têxe nav zor û zehmetiyan. Lê heke her kes bi hev re biryarekê bide divê mirov riayetî wê biryarê bike. Di vê çarçoveyê de mirov nikare bibêje ku kesek li wir bixebite heram e yan helal e. Lê divê di meseleyên bi vî rengî de, Misilman hişyar bin û encama karê ku dikin baş bifikirin.