Fetwayen Kurdi

Ma Misilmanek wek kar dikare mankeniyê bike?

Pirs: Çendak berê ji bo mankeniyê teklîfek li min hat kirin. Ez pir dixwazim biçim û vî karî bikim. Lê di nav malbatê de nîqaş derdikevin ka ev kar guneh e yan na? Heke ez biçim pereyê ku ez ê ji wir qezenc bikim, helal e yan na ?

Bersiv: Çi jin çi mêr Misilmanek mecbûr e ku bi awayên ku Xwedê helal kirine, pereyê xwe qezenc bike û debara xwe bike. Li gorî vê, çawa ku Misilmanek nikare bi qumarê bilîze yan jî bide lîstin, eraqê yan jî berazan û hwd. nikaribe bifiroşe û bi vî awayî debara xwe bike; bi heman awayî, nikare bi nîşandana cihên xwe yê ewretê ku ji bo xerîban heram e, pereyan qezenc bike û debara xwe bike. Karekî wiha heram e.

Ji bo vê,  divê tu pêşniyaza ji bo xwe û endîşeyên malbata xwe, di çarçoveya helal û heramê de bifikirî û li gorî wê qerara xwe bidî. Heke îmkan hebe û mirov karibe bi rê û awayên helal debara xwe bike, divê ji bo qezencê tu carî mirov berê xwe nede rêyên ku Xwedê ew qedexe kirine. Lê bêyî ku tu cihên xwe yên ewretê vekî û bêyî ku ligel wan kesan bixebitî ku cihên xwe yên mahrem vedikin, tu dikarî ji xwe re karekî din peyda bikî.