Fetwayen Kurdi

Gelo yên ku parfûmê dikirin û diforoşin, ma webalekê dixin stûyê xwe?

Pirs: Ji bo jinan qedexe ye ku parfûmê li xwe bikin û wisa derkevin derve û bigerin. Gelo ma yên ku van parmûnan difiroşin jî ew jî nakevin bin webalekê? Heke jin bi niyeta tehrîkkirinê bi daxwaz û dilê xwe parfûm û bêhnên xwe xweş li xwe bidin, gelo yên ku van parfûman jî difiroşin dikevin bin mesûliyetekê?

Bersiv: Yên nemisilman jî dikarin parfûmê bikirin. Yan jî heke misilman bin jî dikirin bi tenê li ba zilamên xwe yan jî li ba wan kesan li xwe bidin ku wek dînî ji bo wan ne ji kesên namehrem in. Firotina parfûman yanî bênfiroşî yek ji karên helal e. Ji bo ku kesek dê gunehê kesekî din hilnegire (Îsra, 17/15) tu mehzûr nîne ku mirov parfûman bifiroşe.

Ser meseleyê em bibêjin, kesekî ku kêran çêdike û difiroşe, bi ihtimala ku kesekî din bi wan kêran biçe kesekî bikuje, mirov nikare bêje bila dev ji karê xwe berde. Eynî bi vî awayî bi hinceta ku “kesek parfûmê li xwe bide û wisa derkeve derve” mirov nikare ji bêhnfiroşan re bibêje dev ji karên xwe berdin û daxwazeke wiha şaş e.

Wek encam mirov dikare bibêje mesûliyet ne li ser milê firoşkaran e li ser milê muşteriyan e.

Ji bo bersiva me ya li ser bikaranîna parfûmê ji aliyê jinan ve, ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/kadinlarin-koku-parfum-surunmeleri-kesin-olarak-yasak-midir.html