Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov wek bi teqsîtan bi karta krêdiyê zêran bikire?

Pirs: Ma caiz e ku mirov wek bi teqsîtan bi karta krêdiyê zêran bikire?

Bersiv: Ne caiz e ku mirov zêran bi deyn bikire û bifiroşe. Pêxemberê me şert daniye ku kirîn û firotina zêran, divê wek pêşîn bê kirin û zêr di wê gavê de bê wergirtin.

Dema mirov lî dîrokê dinêre gelek mînak hene ku bi rengê kirîn û firotineke normal tên nîşandan; lê di rastiyê de awayekî din ê faîzê ne. Ji ber vê yekê, ji ber talûkeya dibe ku mirov tev li faîzê bibe, ne caiz e ku mirov bi karta krêdiyê zêran bikire û bifiroşe. Meselen em bibêjin kesek bi 10 teqsîtan û her meh 100 lîreyî bide, bi buhayê 1.000 lîreyî zêran dikire. Lê heman kes, wan zêran cardin ji bo zêrfiroş wek pêşîn bi 950 lîreyî difiroşe.  Di vê rewşê de bi 950 lîreyî firotinê dike; lê 1.000 lîre dikeve binê deynan yanî ev dibe faîz.

Ji bo agahiyên zêdetir derbarê vê meseleyê de, hûn dikarin ji sîteya me ya bi navê www.suleymaniyevakfi.org  ji beşa “kitêbên me daxin” de, kitêba me ya bi navê TÎCARET Û FAÎZê bêpere ji bo kompûtera xwe daxin.

https://www.suleymaniyevakfi.org/kitaplarimizi-indirin