Fetwayen Kurdi
Heywana ku belaş hatiye bidestxistin dikare wek qurban bê serjêkirin?

Heywana ku belaş hatiye bidestxistin dikare wek qurban bê serjêkirin?

Pirs: Cenabê we di bersiva pirseke li ser serjêkirina qurbanê de dibêje: Kur dikare heywana ku bavê wî belaş dayê, wek qurban ser jê bike. Ev yek rast e; lê gelo xêra wê qurbanê digihê wî ewladî. Heke bigihê çawa digihê? Ma qurban ne ew tişt e ku yekî dewlemend bes ji bo xêra Xwedê heywanekê ser jê bike? Çawa xêra heywaneke ku însan bi pereyê xwe nekirîbe û belaş bi des xistibe, bigihê wî/wê! Ji bo qurbanê ya girîng ne ew e ku însan heywanekê peyda bike û ser jê bike! Ji bo wê, qurban li ser zengînan hatiye ferzkirin. Ango hatiye diyarkirin ku heke pereyê wî/wê hebe divê qurbanê ser jê bike û ev yek wacib an sunet e. Xwedayê me dibêje “Heta hûn ji tiştên ku jê hez dikin di rêya Xwedê de xerc nekin, hûn tam nabin xwedî îman”. Bi vî awayî dê bav qurbanê bide kurê xwe, kurê wî jî bêyî ku tu pereyî xerc bike û tu heywanekê bikire,  dê karibe qurbanê ser jê bike. Her wiha wek mîsal zilam digel ku dewlend e û halê wî xweş e, naçe Hecê û ji kurê xwe re dibêje “Ha ji te re pere kurê min, tu biçe Hecê” û bi vî awayî tevî ku Hec li serê ne ferz e kur diçe Hecê. Li gorî cenabê we bi vî awayî ferza Hecê ya ji ser bav radibe yan na? Li gorî bersiva we ya qurbanê, radibe. Lewra ya girîng ew e ku kar bê kirin. Ji ber ku Hec, îbadeteke malî û bedenî ye heta ku bav bi xwe neçe Hecê, ew ferz ji serê ranabe. Helbet ku di şûna xwe de wekîl neşîne.

Bersiv: Kesekî ku ji bo qurbanê heywanan difiroşe, wexta ji bo qurbanê heywanek da zarokên xwe, zarokên wî dikarin wê heywanê, wek qurban ser jê bikin an jî ser jê nekin. Heke ser jê bikin dê xêra qurbanê bigihê wan. Çimkî êdî ew heywan, bûye malê wan. Ji ber ku malê wan e çawa bixwazin dikarin wisa bikin. Her wiha ji bo ku bav jî dibe wesîleya xêreke wiha ya xweş, xêra wê qurbanê digihê wî jî.

Ku bavekî dewlemend, perayan bide zarokên xwe û wan bişîne Hecê jî heman tişt e. Zarok, bi wî pereyê ku bavê wî/wê didê, diçe Hecê û deynê Hecê ji serê radibe. Ji bo ku bav jî dibe wesîleya vê yekê ew jî dikeve xêrê. Lê çûyûna zarokan a Hecê ferza Hecê ya li ser bav ranake. Divê mirov van herduyan tevlîhev neke.

Herwiha fikra ku qurban bi tenê wek îbadeta dewlemendan e jî ne rast e. Kesên ku li gorî dîn dewlemed nayên hesibandin, heke qurbanê ser jê bikin ew jî wek dewlemendan dikevin heman xêrê heta dibe ku xêra wan zêdetir be. Ji bo vê jî çi bi pereyê xwe qurbanê bikirin çi jî ji heywanên diyarî qurbanê ser jê bikin.